Piştî Xwepêşandanên Aştîyane, li Frensayê Tundûtûjî Derket

Roja Şemîyê bi sed hezaran xwepêşander li Frensayê meşîyan û tevî operasyoneke mezin a ewlehîyê ya ku armanca wê nehiştina dubarebûna alozîyên hefteya borî bû, li Parîs û Marsîlyayê xwepêşandanên bi piranî aştîyane rê li ber pevçûnan vekirin.

Wezareta Navxweyî ya Frensayê got ku 410,000 kes beşdarî xwepêşandanên li seranserê welêt bûn, lê sendîkayan got ku hejmara rastîn duqat zêdetir e.

Xwepêşandana sereke li Parîsê pêk hat, ku li wir nêzîkî 110,000 kes li deverên başûrê rojhilata paytextê meşîyan û lêçûnên jiyanê û zêdebûna newekhevîyê şermezar kirin.

Piştî bidawîbûna xwepêşandanê rewş bi tundî xirab bû. Karbidestekî ewlehîyê got ku polîsan gaza rondikrêj û topên avê bikar anîn da ku komek ji nêzîkî 500 ciwanên rûnixamtî belav bikin ku kevir avêtin polîsan.

Li Marsîlya, bajarê duyemîn ê Frensayê, ciwanan hewil da kolanekê bigirin, agir berdan bermîlên çopê û kevir û şûşe avêtin polîsan.

Li bajarên Lyon, Bordeaux û Grenoble jî pevçûn derketin, di heman demê de polîsan li Clermont-Ferrand, Lille, Nantes û Nice bi gaza rondikrêj êrîşî xwepêşanderan kir.

Lê, tundûtûjî hîn jî ji hefteyek berê kêmtir bû, dema ku talankeran li gelek bajarên Frensayê dest bi êrîşan mal û milkên giştî kir.