Fransa ji bo Vekirina Tengava Hormuzê Biryarnameyekê Amade Dike

FILE PHOTO: Ships and boats in the Strait of Hormuz

Wezareta Derve ya Fransayê dibêje ku wê reşnivîsek ji bo pêşnîyazekê li Encûmena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî amade kiriye.

Fransa dibêje ku wê reşnivîs bi mebesta avakirina erkeke navneteweyî ji bo vegerandina azadîya keştîvanîyê li Tengava Hormuzê amade kiriye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron berê gotibû ku Parîs, bi alîkarîya Brîtanyayê, dê di demek nêzîk de li Encûmena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî gaveke nû bavêje da ku erkeke navneteweyî ji bo Tengava Hormuzê ava bike.

Tengava Hormuz yek ji rêyên bazirganîya enerjîyê yên herî girîng ên cîhanê ye.

Îranê bi gefxwarina li keştîyên bazirganî yên li herêmê û plana sepandina bacan, bihayên petrol û sotemenîyê yên cîhanê bilind kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê îro Înê hişyarî li dijî her hewldaneke ji hêla Îranê ve ji bo avakirina sîstema bacê li Tengava Hormuzê da.