Papa Francis Bombekirina Bazareke Ukraynî Şermezar Kir

Papa Fransîs

Papa Fransîs îro Çarşemê bombekirina bazareke şenîbar ya li bajarê Kremenchuk ya Ukrayna şermezar kir û ew wek xeleka dawî ya êrîşên hovane yên dijî Ukrayna bi nav kir.

Ukrayna gotibû ku herî kêm 18 kes roja Duşemê jiber êrîşeke mûşekî ya Rûsî hatine kuştin û nêzîkî 60 kes jî birîndar bûne.

Lê, Wezareta berevanîyê ya Rûsya vê yekê red kiribû ku wê armanceke leşkerî ya rewa ya li bajêr Kremenchukê xistiye û wan navenda bazarê nekiriye armanc.