Macron û Trump li ser Rewşa Rojhilata Navîn bi Telefonê Diaxivin

Emmanuel Macron and Trump

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Duşemê ragihand ku ew bi telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser rewşa Rojhilata Navîn axivîye.

Macron li ser platforma X'ê got ku wî piştgirî daye hewldanên Serok Trump yên ji bo “rêkeftineke bilez di navbera Amerîka û Îranê de.”

Macron diyar kir ku “ev rêkeftin derfeteke girîng e ji bo avakirina sîstemeke nû ya ewlekarîyê ku hemû alîyan bîne cem hev û aramîya herêmê biparêze.”

Serokê Fransa herwiha got ku ew amade ne alîkarîyê bikin. Wî diyar kir ku wan ligel Brîtanya hêzek amade kirîye da ku piştî rêkeftinê, ewlekarîya derbasbûna keştîyan di Tengava Hormuzê de biparêzin.

Li gor daxuyanîyê, Fransa amade ye di peymanên nû de, bi taybetî li ser mijara navokî alîkar be.

Di dawîya daxuyanîyê de, Macron bal kişand ser Libnanê û spasîya piştgirîya Trump a ji bo berevanîya wî welatî kir. Herwiha hat destnîşankirin ku divê agirbesteke bihêz li Libnanê hebe û hemû welat alîkarîya hikûmeta Libnanê bikin.