Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê dîyar kir ku leşkerekî Fransî li Îraqê miriye, li cîhê ku bo peywireke rahênana leşkerî de hatibû şandin.
Emmanuel Macron di peyama xwe ya li ser X (Twittera berê) de wiha got: "Nicolas Latourte li ser kar jiyana xwe ji dest da."
En Irak, ils défendaient nos idéaux.Quelques jours après le sergent Baptiste Gauchot, l’adjudant Nicolas Latourte a perdu la vie dans l’accomplissement de sa mission.La Nation s%27associe à la peine immense de leurs familles et frères d%27armes des 19e et 6e régiments du génie.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) August 21, 2023
Wezîrê Berevanî yê Fransa Sebastien Lecornu jî ragihand ku wî roja înê di qezayake rê de jiyana xwe ji dest daye.
Wî got ku Latourte jibo perwerdekirina hêzên çekdar yên Îraqî "di şerê dijî terorê" dixebî.
We join the French government and people in mourning the loss of Sergeant Baptiste Gauchot in a road accident near Erbil today.Our thoughts are with his family during this tragic time. We also pray for the swift recovery of the wounded soldier -mb.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) August 19, 2023
Derbarê heman mijarê du roj berê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di platforma X (twittera berê) de peyamek derbarê mirina leşkerekî din yê Fransî weşand bû û got, Em beşdarî şînîya hikûmet û gelê Fransî dibîn, jiber mirina leşkerê Fransî ku li nêzîk Hewlêr di bûyera trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û li kêleka malbata wî radiwestîn di vî demê xemgîn de, û daxwaza şifayê bo leşkerê birîndar dikîn.
Li Îraqê nêzîkî 600 leşkerên Fransa hene ku beşdarîyê di rahênanên leşkerê îraqî de dikin bi armanca xurtkirina hêzên niştimanî yên Îraqî û şerkirina dijî rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye.