Fransa Wê Mêvandarîya Konferanseke Ser Krîza Lubnanê Bike

Fransa ragihand ku ewê 24’ê Cotmehê ser girjîya Lubnanê ya bi pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê re gur bûye konferanseke navneteweyî çêke.

Wezareta Derve ya Fransa dîyar kir ku konferans armanc dike ku berevanîya gelê Lubnanê bike, pêdivîyên wan bi bîragiştî bide bîhistin û rêkên piştgirîya jibo hêzên çekdarî yên Lubnanî bike ku ew wan wek garantorên îstiqrara navxweyî dibînin.

Îsraîl jibo konferansê nehatiye vexwendin û hîn ne dîyar e ku ewê nûnerên cudabîr yên komên sîyasî yên Lubnanên werin vexwendin yan ne.

Peywendîyên Parîs û Beyrutê dîrokî ne û karbidestên Fransa jibo li wî welatê Rojhilata Navîn agirbest çêbe bi Amerîka re hevkarîyê dike.

Danûstandinên dawî bi êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Beyrutê û kuştina rêberê demdirêj yê Hizbullahê Hasan Nasrallah sekinîbûn.

Wezareta Derve ya Fransa ragihand ku ewê hevkarên herêmî û navneteweyî yên Lubnanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevkarên civaka sîvîl beşdarîyê li konferansê bikin.

Wê wezaretê dîyar kir ku ewê rêka konferansê bi bîr bixe ku divê pevçûnên li Lubnanê rawestin û çareserîyeke dîplomatîk çêbe.

Jêder: Reuters