Wezareta Derve ya Fransayê îro Sêşemê ragihand ku wan karbirêkarê balyozxaneya Îranê li Parîsê bang kirîye, piştî bûyereke ewlekarî girêdayî karmendên balyozxaneya Fransî li Tehranê.
Biryara wezaretê hat du rojan piştî ku hêzên ewlekarîyê yên Îranê li Tehranê karmendên balyozxaneya Fransayê girtin û ew tirsandin.
Wezaretê got ku Fransa ji Îranê dixwaze hûrgilîyên vê bûyerê rave bike, kesên sûcdar ceza bike û li gor qanûnên navneteweyî, parastina xebatkar û avahîyên wan bike.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî roja Duşemê hişyarî da û got ku ji ber vê bûyerê dê encamên giran hebin.
Barrot li ser platforma X'ê got: “Min ji Wezîrê Derve yê Îranê re eşkere kir ku ev zexta li ser karmendên me giran e û bê bersiv namîne.”
Parîsê piştgirîya xwe ji bo karmendên balyozxaneya Fransî li Îranê diyar kir.