Balyozê Fransa: Endamên NY'ê Bang li Tirkîyê Dikin ku Xwe Ragire

Balyozê Fransa yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Francois Delattre dîyar kir ku di civîna Civata Ewlekarî ya NY’ê de operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê hatiye axaftin û endamên civatê bang li Tirkîyê kirine ku xwe ragire.

‘’Fransa bang li Tirkîyê dike ku xwe ragire. Ya girîng, dijî terorê, bi taybetî jî dijî DAIŞ’ê yekbûna hevalbendan e. Min ew mijar li civînê gotin’’ Delllatre
got.

Balyozê Fransa da zanîn ku hemî endamên civatê ser operasyonê Efrînê axifîne û dema nîqaşê piranîya wan bang li Tirkîyê kiriye ku xwe ragire

Dellatre bi berdewamî da zanîn ku berpirsê pêşî yê kêşeyên Sûrîyê rejîma wî welatî ye û bi bîr xist xist ku li Gutaya Rojhilat û Îdlibê jî ‘’trajedîyeke mezin’’ heye.