Fransa Berevanîya Yekîtîya Axa Ukrayna Dike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Fransa dixwaze ku Ukrayna di şer de li hember Rûsya bi ser keve.

Reutersê ji zarê dîplomatekî Fransa da zanîn ku ew dixwazin ku Ukrayna, Qirimê jî ji dest Rûsya bi şûnde bistîne ku hêzên Rûs ew herêm di sala 2014'an de dagir kiribûn.

Wî dîplomatî da zanîn ku serketina Ukrayna girêdayî daxwazên Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy e.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron do Çarşemê helwesta xwe ya dijî Rûsya tundtir kir.

Macron da zanîn ku bo ew rê li ber Rûsya bigirin çi ji dest wan were ewê bikin û ewê bo serketina Ukrayna piştgirîya Kîevê bikin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, hemtayê wî yê Îtalî Mario Draghi û Macron bo piştgirîya bo Ukrayna raber bikin îro Pêncşemê serdana Kîevê kirin.