Çîroka Serkeftî ya Azadîya Çapemenîyê di 250 Salîya Serxwebûna Amerîkayê de

Azadiya Çapemenîyê di 250 salîya Serxwebûna Amerîkayê de

Di demekê de ku li seranserî Amerîkayê îsal 2026'an çalakîyên pirengî di 250 salîya serxwebûnê dê tên encamdan û bi her awayî pîrozbayî hene.

Yek ji xalên herî giring di dîroka 250 salîya xwe de ku Amerîka pê serbilinde Azadîya Rojnamegerîyê ye.

Çîroka Azadîya Rojnamegerîyê li Amerîkayê giringîyeke xwe ya taybet heye, ji ber ku dîroka wê berî dîroka serxwebûnê dest pê dike.

Di sala 1735'an de, weşanger John Peter Zenger hewl dida ku rexneyan li ser parêzgarê kolonyal ê herêma New Yorkê biweşîne. Wî di The New York Weekly Journal de bo cara yekê desthilatdarek rexne kir, ew bi sûcê biçûkkirina desthilatdarîya New Yorkê ya wê demê hate tawanbarkirin, lê jûrîya dadgehê ew bê tawan dît û serbest hat berdan.

Bêtawandîtina wî bû sembolek girîng a destpêkê ya ramana ku çapemenîyeke azad divê bikaribe desthilatdarîya hikûmetê rexen bike.

Piştre 1776'an, Danezana Serxwebûnê ne tenê belgeyeke siyasî ya şoreşger bû; peyama wê bi rêya weşanger û rojnameyan li seranserê kolonîyan belav bû. Weşangeran rê da mirovên asayî ku argumenên ji bo serxwebûnê bixwînin, nîqaş bikin û lêkolîn bikin.

Di sala 1791an de, (First Amendement) ku di makezagona Amerîkayê de weke Destûra Yekem tê naskirin bi fermî azadiya axaftinê û çapemeniyê parast.

Çapemenî her wiha bû dengek ji bo civakên ku ji bo wekheviyê şer dikirin. Di sala 1827an de, Kovara Azadiyê, ku ji hêla John Brown Russwurm û Samuel Cornish ve hate damezrandin, bû yekem rojnameya Afrîqî-Amerîkî li ser axa Amerîakyê. Wê parêzvanîya mafên sivîl û rûmeta Amerîkîyên Reş kir.

Piştî zêdetirî sedsalekê, Belgeyên Pentagonê ceribandinek din a diyarker pêşkêş kirin.

Di sala 1971'an de, The New York Times û The Washington Post belgeyên nihênî yên li ser Şerê Vêtnamê weşandin, tevî hewldanên hikûmetê yên ji bo rawestandina weşanê.

Dadgeha Bilind di dawîyê de biryar da ku rojnamevan û rojnameyan biparêz e, û parastina destûrî ya bihêz ji bo azadîya çapemenîyê xurttir kir.

Îro, rojnamegerî ji rojnameyên çapkirî derbasî televîzyon, malper, podcast û medyaya civakî bûye. Agahdarî dikare di nav çend deqeyan de bigihêje bi mîlyonan kesan. Ev hêz derfetên nû diafirîne.

Amerîka bûye maka afirnadinên di warê Rojnamevanî û Çapemenîyê de, sazîyên weke Google, Meta, Micosoft û be sedan sazîyên din.

Amerîka bûye landika pêgehandina bi sedan Televîzyon, Rojname, Kovar û platformên pileya yekem li ser asta cîhanê.

Amerîka bûye sitargeha bi milyonan kesên ku jiber azadîya ramanê û azadîya çapemenîyê ji welatên xwe reviyane.

Ji ber vê yekê, salvegera 250'an a serxwebûna Amerîkayê ji pîrozbahîyek dîrokê bêtir e. Ew bîranînek e ku demokrasî hewceyê raya giştî ya agahdar û çapemenîyeke azad e.

Rojnamegerî bi hemû şaxên xwe yên TV, Rojname, Kovar, Radio, Digital û Medya Civak çîrokên serkeftî yên Amerîka û Amerîkîyan bo milyaran kesan vediguhêz e.