Wezîrên derve yên G20, tevî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov, ji bo beşdarbûna civîna salane ya komê li Atlanta roja Înê û Şemiyê (30 û 31ê Mijdarê) gihîştine Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Civîn dê roja Înê û Şemîyê (30 û 31ê Mijdarê) li Atlantayê bi mêvandarîya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio were lidarxistin.
Tê payîn ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê, pevçûna leşkerî ya Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re û krîza enerjîyê ya cîhanî di nav mijarên sereke yên civînê de bin.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Europayê Kaya Kalas jî got ku ew ê hewl bide ku endamên G20 razî bike ku di civîna Atlantayê de bêtir piştgiriyê bidin Ukraynayê.
Wezîra derve ya Afrîkaya Başûr ji alîyê Amerîkayê ve nehatiye vexwendin.
Civîna wezîrên derve wek amadekarî ye ji bo komcivîna serokên G20 li Miami, Florida ye, ku ji aliyê Donald Trump ve di Kanûnê de tê lidarxistin.
Amerîka, Rûsya, Çîn, Almanya, Frensa, Brîtanya, Tirkîyê û Erebistana Siûdî, di nav endamên G20 de ne.