Amerîka Mêvandarîya Wezîrên G7 Dike

Wezîrên darayî yên welatên G7 îro Duşemê li Washington dicivin, di demekê de ku Amerîka ji hêzên aborî yên cîhanê dixwaze ku çavkaniyên xwe yên enerjiyê cûrbecûr bikin û kêmtir pala xwe bidin ser madenên krîtîk ên Çînê.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja Duşemê ji bo civîna wezîrên G7, ku roja Yekşemê bi şîvekê dest pê kir, civînek girîng li ser madenan li dar dixe. Endamên G7 ew Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon û Brîtanyayê ne.

Nivîsgeha wezîrê darayî yê Kenedayê, François-Philippe Champagne, piştrast kir ku ew ê di 11 û 12ê Çile de li Washingtonê be da ku beşdarî rêze civînan bi hevtayên xwe yên G7 re bibe.

Daxuyaniyeke Wezaretê got, "Wezîr Champagne dê beşdarî civîna wezîrên darayî ya ku ji hêla wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ve tê lidarxistin bibe da ku li ser zincîrên dabînkirina gerdûnî ya ji bo madenên krîtîk nîqaşê bike."

Rêveberîya Trump madenên krîtîk, di nav de madeyên kêmdîtî yên erdê, wekî "ji bo ewlehiya neteweyî û berxwedana aborî girîng" destnîşan kirine.

Serok Donald Trump di 15ê Nîsana sala borî de fermaneke cîbicîkar îmze kiribû ku lêpirsînekê li dor metirsîyên li ewlehiya neteweyî ji ber paldayîna Amerîkayê li ser madenên krîtîk ên hawirdekirî, dide destpêkirin.

Ji wê demê ve hikûmeta Amerîkayê peymanên maden û madeyên kêmdîtî yên erdê bi gelek welatan re, di nav de jî Austuralya, Japon û Ukraynayê, îmze kirine.

Di nav peymanan de, peymana bi mîlyaran dolarî ya madenan bû ku di Cotmehê de di navbera Amerîka û Austuralyayê de hatibû îmzekirin, piştî ku Trump li Washingtonê mêvandarîya serokwezîr Anthony Albanese kir.