Malbata Serok George H.W. Bush Amadekarîya Xatirxwestina Dawî ji Wî Dike

Malbata George Herbert Walker Bush amadekarî dike ku li bajarê Houstonê xatirê dawî ji serokê 41'ê bixwaze.

Firoka ku termê serok Bush hildigirt, êvara Çarşemê ji Washingtonê giheşt Houstonê û ji dêra St. Martin's Episcopal Church re hate veguhastin ku gel heta binaxkirinê dikare darbesta wî bibîne.

Piştî merasîmên îro Pêncşemê, termê serok Bush dê bi treneke taybet ji bajarê College Station were birin ku li bexçeya zanîngeha Texas A&M University were binax kirin.

Bush wê li kelêka hevjîna wî Barbara, ku îsal koça dawî kiribû û keça wan Robin, ku di zarokatî de ji nexweşîya lukemya jîyana xwe hinda kiribû, werte veşartin.

Di seremonîya roja Çarşemê ya paytext Washingtonê de 5 serokên zindî, Richard Nixon, Bill Clinton, George W. Bush, Barack Obama û Donald Trump amade bûbûn.