Hemas ji bo Bicihanîna Plana Trump Desthilata xwe li Xezayê Hildiweşîne

Îro Duşemê rêxistina Hemas ragihand ku wê desthilatdarî û pêkhateya xwe ya îdarî ya li kerta Xezayê ya ku nêzîkî 20 salane berpirsyara birêvebirina wê kertê bû, hilweşand.

Ev pêngav wek yek ji guhertinên herî berçav di nêzîkatîya siyasî ya komê de tê dîtin.
Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Hemasê ragihand ku Mihemed Fera, Serokê Komîsyona Şopandina Karên Hikûmetê, bi fermî dest ji kar kişandiye û biryara hilweşandina wê desteyê daye, herwiha biryar daye ku berpirsyariya îdarî û hikûmî radestî "Komîsyona Neteweyî ya Birêvebirina Xezayê" bike.


"Komîteya Çavdêrîya Çalakîya Hikûmetê" hikûmeta cîbicîkar a Hemasê li Xezayê bû û ji dema ku wê Xeza kontrol kir, berpirsiyarê karûbarên sivîl ên li herêmê bû. Hemasê bi berdewamî gotiye ku ew amade ye piştî agirbestê bi Îsraîlê re ji rêveberîya rojane ya Xezeyê vekişe, her çend bêçekkirina komê yek ji xalên sereke yên nakokîyê di danûstandinan de dimîne.


Li gor Haaretz û Eşarq el-Ewsat, armanca hilweşandina vê rêveberîyê ew e ku ji bo Komîteya Neteweyî rêvebirina Xezayê hêsantir bike; Sazîyeke teknokratîk ku wekî beşek ji plana aştîyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye damezrandin, ku ji hêla navbeynkarên herêmî ve tê piştgirîkirin, û tê texmînkirin ku berpirsiyarîya rêveberîya sivîl a Xezayê bigire ser xwe.


Lê belê ev radestkirin hîn bi temamî zelal û teqez nebûye. Li gor rojnameya Haaretzê, heta niha ne Îsraîlê û ne jî ew sazîyên ku berpirsên cîbicîkirina plana aştîyê ne ev pêngav piştrast nekirine; di encamê de, ev biryara Hemasê di vê qonaxê de bêtir wekî peyameke siyasî ji bo pêşvebirina qonaxa bê ya danûstandinan tê dîtin, ne wekî radestkirina temamî ya desthilatdariyê.


Qonaxa duyemîn a plana Xezayê giranî dide ser avakirina hikûmeteke teknokrat, avakirina herêmê û bêçekkirina Hemasê. Hikûmeta Amerîkayê herwiha tekez kiriye ku paşeroja proseya siyasî bi bêçekkirina Hemasê ve girêdayî ye. Donald Trump berê hişyarî dabû ku divê ev kom çekên xwe radest bike û sozên xwe bi cih bîne.


Hemas berdewam e li ser helwêsta xwe ya derbarê çekên xwe de û di danûstandinan de daxwaz kiriye ku beşek ji hêzên wê yên polîs bixin nav avahîya ewlehîyê ya paşerojê ya Xezayê; daxwaziyek ku Îsraîlê red kiriye û her roleke Hemasê di rêvebirina paşeroj a Xezayê de bi wî mercî qebûl kiriye ku ew bi temamî bêçek bibe.