Êrîşên asmanî yên Îsraîlê li dijî armancên mîlîtanên Filistînî yên li Kerta Gazayê ewro înê jî berdewam kirin. Û rayedaran got, hejimara kuştiyên Filistînî derket 30 kesan, dema ku navbeynkarên biyanî hewldanên bo gihîştina agirbestê didomînin.
Piştî ku koma milîtanên Cîhada Îslamî ya Filistînê roja Pêncşemê roketên dûravêj ber bi Îsraîlê ve havêtin û di encamê de kesek hat kuştin - artêşa Isralê got ku balafirên wan yên şerî li bingehê roketavêjên Cîhada Îslamî xistine.
Tevî wan êrîşên Îsraîlî, rewş ewro Înîyê bi hinekê aram bû. Cîhada Îslamî jî şevê mûşekên xwe ragirtin, û hêvîyên ku Misir, Qeter û Neteweyên Yekbûyî bikarin navbeynkariya agirbestê bikin zêde kirin.
Jêder: AP