Trump Bang Li Urdun Û Misir Dike Ku Filistîniyan Werbigirin

Filistîniyên derbider li nêzî korîdora Netzarim a girtî li bendê ne ku derbasî aliyê bakurê Gazayê bibin. 26 Çile 2025.

Serokê Amerîka Donald Truma bang li Misir û Urdunê kir ku zêdetir Filistîniyên ji Gazayê bi awayekî demkî an mayînde werbigirin û got, "Divê em hemî tiştan paqij bikin".

Roja Şemiyê, Serokê Amerîka Donald Trump ferman da artêşa Amerîkî ku bombeyên 2,000 poundî bide. Ew bombeyên ku serokê berê Joe Biden ferman dabû ku neyên radestkirin bo Îsraîlê ji ber nîgeraniya li ser bandora wan li ser xelkê sivîl.

Bi deh hezaran Filistînîyên ku roja Yekşemê li benda vegera malên xwe yên li bakurê Gazayê ne, nerazîbûna xwe anî ziman piştî ku Îsraîl Hamas bi binpêkirina peymana agirbestê tawanbar kir û vekirina xalên derbasbûnê red kir.

Rojek piştî pevguhertina duyemîn a rehîneyên Îsraîlî û girtiyên Filistînî, ev girtina metirsîyê dide ser agirbesta di navbera koma mîlîtan û Îsraîl de.

Li navenda Gazayê, karwanên mirovan li ser rêyên sereke yên ku diçin bakur, hinek bi wesayîtan û hinek jî li ser piyan çaverê bûn, şahidan got.

"Behra mirovan li benda îşaretekê ye ku vegere bajarê Gazayê û bakur," Tamer el-Burai, ku ji bajêr derbider bûye, got. "Ev peymana ku hatiye îmzekirin e, ne wusa?"

Li gorî peymana ku bi navbeynkarên Misir û Qeter û bi piştgirîya Amerîkayê hat kirin, mebesta Îsraîlê ew bû ku rê bide Filistîniyên ku ji bakur koçber bûne vegerin malên xwe.

Roja Şemiyê, Serokê Amerîka Donald Trump ferman da artêşa Amerîkî ku bombeyên 2,000 poundî bide. Ew bombeyên ku serokê berê Joe Biden ferman dabû ku neyên radestkirin bo Îsraîlê ji ber nîgeraniya li ser bandora wan li ser xelkê sivîl.

Çavkanî: Reuters