Generalê Amerîkî: Bo Karanîna Bombeya Hêzdar Dema Rast Bû

Bombeya GBU-43/B

Bilindtirîn fermandarê Amerîkî li Afganistanê, General John Nicholson îro Înê derheqa karanîna bombeya herî mezin ya nenavokî dibêje ku biryara wan biryareke xwerû taktîkî ya şerê dijî DAIŞ'ê bû.

Nicholson da zanîn ku wî ligel karbidestên li Washingtonê di nav peywendî de bû, lê biryara xebitandina bombeya GBU-43 ya 9,797-kg yaw î ye û li ser nirxandina wî ya pêdivîyên leşkerî hate dayîn, ne bi sedemên sîyasî.

"Cara yekê bû ku di operasyona hevbeş ya dijî DAIŞ'ê de astengeke wiha mezin derketibû pêşîya me. Loma dema rast bû ku em wê bombeyê jiber sedemên taktîkî, di qada şer de bi kar bînin."

Wî bi berdewamî dîyar kir ku hêzên Amerîkî û yên Afganî li xala armanca êrîşê bûn û wan ragihand ku êrîş giheştiye armanca daxwazkirî.

Hîjayî balkişandinê ye ku karbidestên Afganî ragihandibû ku di êrîşa êvara Pêncşemê de dora 36 mîlîtanên berguman yên DAIŞ'ê hatibûn kuştin û ti hindahîyên sîvîl jî tunebûn.

Êrîş di demekê de hat ku Serokê Amerîka şaneya xwe ya yekê ji Afganistanê re bi rê kiribû ku çawabûna nêzîkî 9,000 hêzên Amerîkî yên li wî welatî binirxînin.