General Martin Dempsey Dibe Serokê Sitûnên Hêzên Leşkerî yên Amerîkî

General Martin Dempsey.

Serokê Amerîkî Barack Obama, general Martin Dempsey ji bo mezintirîn posta leşkerî li Amerîkayê destnîşan kir.

General Dempsey li meha Îlonê dibe Serokê Sitûnên Hêzên Leşkerî yên Amerîkî, li cihê Admîral Mike Mullen.

Pêdivî ye Senata Amerîkî destnîşankirina general Dempsey bo wê postê qebûl bike.