Mazlum Ebdî: Joe Biden Dikane di Peyvajoya Çareserîya Sûrî de Roleke Girîng Bilîze

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîneke taybet de mijarên girîng yên Kurdan, bi taybetî jî Kurdên Sûrîyê nirxandin.

Ebdî got ku ew bi hatina Serokê Amerîka Joe Biden kêfxweş in û ew hêvîdar in ku di bin rêvebirîya wî de şaşitîyên ku berê hatine kirin dê werin rast kirin.

"Em hêvî dikin ku rêvebirîya nû ya Amerîkî di peyvajoya çareserkirina şerê navxweyî ya Sûrî de roleke erênî bilîze û ji me re bibe alîkar ku herêmên rizgarkirî bibe xwedîyê statuyekê.Divê mafên gelê Kurd û gelên din yên herêmê, bi rêka qanûnan werin parastin û Washington di vî warî de dikane roleke girîng bilîze."

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Taybet ya bi Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî re