Rojnamevan Meksîm Îsa: Ez ji Konferansa Cenevê Geşbîn im

Konferansa Cenev do Çarşemê bi gotûbêjên germ destpê kir.

Konferans li ber e sibe Înê bi hevdîtinên navbera şandeya hikûmetê û ya Hevpeymanîya Niştîmanî ya Sûrî berdewam bike.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, nûçegîhanê Orient TV Meksîm Îsa ku li Swîsre ye li ser vê konferansê agahîyan dide.

Birêz Îsa dibêje, helwesta şandeya rejîma Sûrî cîhê nerazîbûnê bû jiber ku bi awayekî bêrêz nêzîkî konferansê dibûn.

Îsa dibêje, bawerîya wî gelek bi serokê şandeya Kurdî Hemîdê Hecî Derwêş heye ku mafê Kurdan di asta herî bilind de biparêze.

Meksîm Îsa dibêje, ew geşbîn e ku konferans encamên erênî ji tebahîya Sûrîyê re û gelê Kurd re bîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Meksîm_Îsa_RR