Parlamanterê HDP'ê Gergerlîoglu Careke Din Vegerî Nav Meclîsa Tirkîyê

Parlementerê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu

Sîyasetvan Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî ku biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê ya ser parlamanterîya wî li parlamanê hat xwendin, careke din parlamanterîya xwe wergirt.

Gergerlîoglu yê endamê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi xwendina biryarê, piştî çar mehan jinûve bû parlamanter.

Gergerlîoglu jiber parvekirineke wî ya li ser Twitterê bi ‘’propagandaya rêxistina terorê’’ hatibû tawanbar kirin û pişt re 2,5 sal cezaya zindanê wî hatibû dayîn û parlamanterîya wî hatibû pûç kirin.

Ew di 2’yê Nîsanê de li mala xwe hatibû desteser kirin û dû re ketibû Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê.

Dadgeha Qanûna Bingehîn di ser mafên azadî, ewlekarî û kiryarên sîyasî dîyar kiribû ku mafên Gergerlîoglu hatine binpê kirin.

Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ‘’berxwedan jîyan e’’ nivîsî.

Wî spasîya gel kir û got ku wan bi hev re serketineke demokratîk bi dest xistiye.

Gergerlîoglu, ku wek bizavkarekê mafê mirovan tê zanîn, li parlamana Tirkîyê nûnertîya bajarê Kocaelî ya bakurê rojavayê Tirkîyê dike û ew ji lîsta HDP'ê hatibû hilbijartin.