Almanya Dibêje Ewê Tedbîrên Dijî Hamasê Firehtir Bike

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Nancy Faeser dîyar kir ku divê ew tedbîrên dijî alîgirên Hamasê berfireh bikin.

Faeser got ku ger pêkan be divê alîgirên Hamasê werin dersînor kirin.

‘’Eger em dikarin alîgirên Hamasê dersînor bikin, divê em bikin. Hêzên me yên ewlekarîyê niha bala xwe dane ser enîyê Îslamperestîyê."

Faeser êrîşa li Brukselê jî bi bîr xist ku gefên dijî wan zêdetir bûne.

Jiber şerê Hamas û Îsraîlê li seranserê cîhanê fikarên ewlekarîyê zêde dibin.

Dewletên cîhanê jibo hemwelatîyên xwe hişyarîyên rêwitîyê diweşînin û ji wan dixwazin ku li cîhên turîstan baldar bin.

Jêder: Reuters