Rûsya: Operasyona li Gutaya Rojhilat Ber bi Dawîbûnê Ye

Rûsya îro Pêncşemê radigihîne ku operasyona berfireh ya li taxên paytaxt Şamê, ber bi dawîbûnê hatiye, piştî ku serhildayan xencî yek, ji hemî taxên Gutaya rojhilat vekişîbûn.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsî, Maria Zakharova di brîfînga heftane de got ku “operasyonên dijterorê” li Gutaya rojhjilat hema ber bi qedandinê ye.

Zakharova li ser danûstandinên ligel rêxistina tundrê Jeyş el-Îslam ku Dûma kontrol dikin, ti hûrgilî nedan.

Lê, rêvebirekî Jeyş el-Îslam ji Reutersê re got ku ew li ser rewşa bajarokê Dûma hîn bi Rûsan re di nav danûstandinan in.

Reutersê Çarşemê ragihandibû ku ger rêxistina tundrê Jeyş el-Îslam, Dûma radestî hikûmeta Sûrî neke, demeke kurt de wê operasyonekê destpê bike.

Li herêmên din yên Guta, serhildayan bi karwanan ji herêmê derketin û çûn Îdlibê, lê Jeyş el-Îslam gotibû ku ewê li Dûma venekişe jiber ku Şam û Moskow bi darê zorê dixwazin gel ji wê herêmê derxînin û demografîya wê derê biguherin.