DAIŞ ji Çend Alîyan Êrîşî Girêspî Dike

Girespi

Do piştî nîvê şevê grubek ji çekdarên DAIŞ ketin nav bajarê Girêspî ya girêdayê Kantona Kobanê, di heman dem de grubeke din ket nav bajarokê Sulok, ê ku dikeve başûrê rojhilata Girêspî.

Grubên êrîşkar navenda Asayîş û navenda Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji xwe re kirin armanc. Di encamê de di navbera HSD û Asayişa bajêr ji alîkî de û êrîşkar li alîyê din pevçûn derketin.

Mihemed Mislim ku li nexweşxana Girêspî doktor e, bi rîya telefonê ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku piştî çekdar ketin nav bajêr 3 noqte girtin û dest bi êrîşa xwe kirin û dema çêkirina vê raporê pevçûn hîn dewam dikin.

Hevdem, balefirên ceng yên koalîsyona navdewletî 6 êrîş li ser noqteyên êrîşkaran pêk anîn.

Your browser doesn’t support HTML5

MB_2_27_16_Girespi