Ekrem Berekat: Tirkiyê Naxwaze Rojnamevan Rewşa Girê Sipî Bişopîn in

Ji ber encamên êrîşên Artîşa Tirkiyê li ser bajarê Girê Sipî û gundewarên bajarê Kobanê di doh Îniyê de, du nûçegîhanên kurd ji ajansa ANHA birîndar bûn, Îbrahîm El-Ehmed û Gulîstan Mihemed. Li gorî ANHA ku herdû nûçegîhan bibûn armanc ji segvanên Artîşa Tirkiyê re, di dema ku wan karê xwe yê rojnamegeriyê dikirin.

Di derbarî vê mijarê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ekrem Berket re kir.

Rojnamevan Ekrem dibêje: "Artîşa Tirkiyê naxwaze ku tu xebatên rojnamegerî li Girê Sipî bibin da ku hilemetên wê yên leşkerî neyên şopandin, ji ber wê jî bi segvanan herdû nûçegîhanên me kirin armanc û birîndar kirin."

Wekî din jî got, ku rewşa tenduristiya Gulîstan ne pirr baş û zelal e û nuha di nexweşxaneya Minbicê de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Ekrem Berekat-11-3-2018-LA