Amerîka roja Pêncşemê hevrikê Serokê Venezuela Nicolas Maduro û berbijarê muxalefetê Edmundo Gonzalez wek serketîyê hilbijartinan nas kir û îdiaya serketinê ya Maduro red kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê dîyar kir ku delîl nîşan didin ku Edmundo Gonzales di hilbijartinên seroktîyê yên 28’ê Tîrmehê de pirtir deng sitandine.
Daxuyanîya Washingtonê ji pîrozkirina Gonzalez wêdetir naçe, lê Amerîka nêzîk bûye ku piştî hilbijartiên aloz yên roja Yekşemê, Gonzalez wek rêberê nû yê dewletê OPEC’ê nas bike.
Jiber nelihevkirinên ser encamên hilbijartinê li Venezuela protesto li dar dikevin.
Konseya hilbijartinê ya Venezuela, Maduro, ku ji 2013’an vir ve li desthilatê ye, bi 51 ji sedê dengan wek serketîyê hilbijartinê ragihand.
Girseya Opozisyona Venezuela li paytext Caracas (Karakas) encamên hilbijartinan û xwe serketî ragihandina Maduro wek serok protesto dikin
Muxalefeta welêt dibêje 90 ji sedê dengan nîşan idin ku Gonzalez wek encamên anketên serbixwe yên berî hilbijartinan ji Maduro du qat zêdetir deng sitandine.
Wê muxalefetê hejmartina dengan tevî hûrgilîyan ji înternetê ragihand, lê hikûmetê heta niha xêncî tevahîya dengan ya jibo her berbijarekî ti agahî neweşand.
Blinken roja Pêncşem xwe neda gotinên ser toleyên nû yên dijî Venezuela, lê kiryarên wek cezayan nîşan dan.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê roja Sêşemê gotibû ku Washington ser toleyên nû yên dijî Venezuela danûstandinê dike.
Blinken dîyar kir ku ew piştgirîyê didin Venezuela ku li wir normên demokratîk jinûve çêbin û got ku ew hazir in ku bi hevbendên navneteweyî ser rêkên vê peyvajoyê danûstandinê bikin.
Wî bi berdewamî banga parastina ewlekarîya rêberên muxalefetê kir.
Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku divê hêzên ewlekarîyê dijî hemwelatîyên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne nebin wesayîtên tundûtûjîya sîyasî.
Serokên Brezîlya, Meksîko û Kolombîya roja Pêncşemê bang li Venezuela kir ku hûrgilîyên dengdanê ragihîne.
Jêder: Reuters