Medya Tirkîyê îro Sêşemê radigihîne ku Google, Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê li ser kar wek bajarvanê berê nîşan dide.
Tîma Îmamoglu dîyar kir ku ew ser vê şaşîyê bi Google re peyîvî û tîma Google ji wan re got ku ew encamên ser lêgerînan ji agahîyên Wikipedia dide.
Dadgeheke Stenbolê di rojên borî de jiber heqareta li endamên lijneya hilbijartinê, li Îmamoglu 2 sal 7 meh û 15 roj cezayê zindanê û qedexeya sîyasî birî.
Jiber ku pêdaçûnên ser wê dozê didomin hîn biryar ne ya dawî ye.
Îmamoglu ji Twitterê hesabê Google Tirkîyê etîket kir ‘’I speech kursî’’ nivîsî.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2019an de li hilcivîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) ji karbidestekî re bi ‘’I speech kursî’’ gotibû ku ew dixwaze ji kursîyê biaxife.