Alabama Îşev Mêvandarîya Dîbeyta Komarîyan ya Çaran Dike

Haley û DeSantis

Du berbijarên Komarî, walîyê Florida Ron DeSantis û balyoza berê ya Amerîka li NY Nikki Haley di dîbeyta çaran ya jibo hilbijartina seroktîya Amerîka de, îşev rûbirûyê hev dibin.

Tevî ku serokê berê Donald Trump di piranîya bîrwergirtinan de rêjeya % 40 piştevanî heye û Komarîyên li eyaleta Iowa wê di 15'ê Berfanbarê de berbijarên xwe destnîşan bikin.

DeSantis û Haley hewil didin ku jibo hilbijêrên ku dixwazin ji Qesira Sipî re pêşbirkîyê bikin wek alternatîfên hêzdar yên hember Trump dîyar bikin.

Du berbijarên din walîyê berê yê New Jersey Chris Christie û karsazê berê yê teknolojîyê Vivek Ramaswamy dê li ser dîka gotûbêjê bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku wê endamên Komarî yên li eyaleta Iowa di 15'ê Rêbendanê de li xwendingeh, navendên civakî û dêran bicivin ku bi awayê civinên dengdanê anku 'caucus' nûnerê xwe hilbijerin.

Di vê sîstemê de Komarî bi endamên partîya xwe re, bi rêya gotûbêj û qanekirinê hewil didin ku alîgirên xwe zêde bikin.

Civînên denganê sibê zû destpê dikin û pir caran di nav çend saetan de encam xuya dibin.