Karê kolînê li ser du gorên bi kom berdewamin ku li başûra rojahilata pirranî Kurd ya Tirkîyê hatine vedîtin.
Tê bawir kirin, ew term qorbaniyên şerê hikûmeta Tirkîyê bin li dijberî serhildayên Kurd yên gropa PKK, ew gropa ji sala 1980ê ve bo berdest kirina mafên zêdetirên Kurda şerî dike.
Li salên 1990an ku şer xort bû, bi hezaran kes bê serûşûn bûn. Malbatên wan jî li gel dîwarek bê dengiyê berewrû bûn, demê bizav kirin bizanin ka çi bi serê xweştivîyên wan hatiye.
Dirêjiya raportekê li ser wê pirsê di nav fayla dengî de guhdarî biken ku Doiran Jones ji Îstanbulê ve hinartiye û hevkar Kawe Kirmanc pêşkêş diket.