Êvariya roja Çarşembî serokê Amerîka Barack Obama gotarek pêşkêş kir li ser vekêşana pişkek hêzên Amerîka ji Afghanistanê.
Serok Obama got, nêzîkî 10 salan berî niha Amerîka berew rûyê êrîşek herî xira bû ji demê êrîşa Pearl Harbor ve. Ew kuştinkariya bi kom ya ji layê Osame bin Ladin û rêzkistiya al Qaida li Afghanistanê ve hatibû pilan kirin.
Rojên piştî wê bûyerê, welatê me yêkgirtî bû li demê ku me al Qaide û Taliban li Afghanistanê şikest dan. Piştî hingî şerê Îraqê destpêkir û li wêderê jî me xwînek zaf da û dirawek zêde hate xerc kirin bo piştîwanî kirin li hikûmetek nû li wê welatî. Lê demê min posta serokatiya Amerîka wergirt şerê Afghanistnê çp nav sala 7ê. Lê rêberên al Qaide berew nav Pakistanê reviyan û Talîban jî carek din xwe rêk xist bo dest kirin bi êrîşan.
Li ber wê çendê, yêk ji girantirîn biryarên min wek serok day ew bû min ferman da 30 hezar serbazên zêdetirên Amerîka bihinêrim Afghansitanê. Merema min jî ew bû ku ser li nû fişarê bêxin ser al Qaide û xortbûna Talîban nehêlîn û tahênan û meşqê bi hêzên ewlekariya Afghanî biken. Herwesa, min zelal kir ku merema me ewe niye heta heta li wêderê bimînin û min ragehand dê li meha 7 îsal ve dest bi vekêşana serbazên xwe bikeyn.
Li demên bihêt dê dirêjiya gotara serok Obama bê amade kirin