Ofîsa serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ragihand ku îro Înêyê Mitsotakis, ewê bi serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan re rewşa Afganistanê bi rêka telefonê hevdîtineke bike.
Atîna dibêje ku ewê rê nede dubarekirina bûyerên 2015 'an, dema ku bi sed hezaran mirov bi keştîyên qaçaxçiyan ji beravên nêzî Tirkîyê jibo çûyîna Ewrupa,derbazî giravên Yunanistanê bûn.
Wezîrên Yunanî yên berevanî û parastina hemwelatîyên îro serdana sînorê bejayî yê Evrosê yê bi Tirkîyê kirin ku tedbîrên hember îhtimala pêlên nû yên penaberan û pîvanên ewlehîyê bibînin.
Wezîrê Parastina Hemwelatîyan Michalis Chrisochoidis got ku krîza Afganî di warê jeopolîtîkî de xalên nû derdixe û rê li ber îhtîmala pêlên koçberîyê vedike.
"Biryara me ye ku em sînorên xwe biparêzin û ewle bikin. Em pêgir in ku tixûbên me ewledar û patastî bin," Chrisochoidis got.
Tirkîyê jî jiber îhtîmala hejmareke mezin ya Afganîyên ku roj bi roja nêzî sînorê wê dibin, xema xwe bilind dike.
Serokê Tirkîyê Erdogan roja Pencşemê ragihandibû ku divê hevbendên wan yên Ewrupî wê yekê bibînin.
" Ewrupa ku bi mîlyonan kes dixwazin herin wê derê, nikare ji pirsgirêka penaberan dûr bisekine. Ew nikare bi girtina sînorên xwe xweşhalîya hemwelatîyên xwe biparêze, " Erdogan got.
Wî bi berdewamî anî ziman ku ti kar, berpîrsî û mecbûrîyeta Tirkîyê tune ku bibe embara penaberan ya Ewrupayê.
Yunanistan ji Adara 2020'an vir ve, berevanîya sînorên xwe xurt dike, dema ku Tirkîyê ragihand ku sînorê xwe jibo Ewrupa vekiriye û pêşîya bi hezaran penaberan vekir ku berê xwe bidin Yunanistanê.