Graham li ser Pirsa Îranê Çend Welatên Ereb Rexne Dike

Senatorê Komarî Lindsey Graham îro Pêncşemê rexne li hinek welatên Ereb girt ku li gor raportan, wan maytêkirinek destpê kirine ji bo Serokê Amerîkî Donald Trump kiryareke leşkerî dijî rejîma Îranê pêk neyîne.

“Hemû sernivîsên ku dibêjin qaşo hevalbendên me yên Ereb bi navê Îranê destêwerdan kirine da ku ji kiryareke leşkerî ya biryardar ya Serok Trump dûr bikevin, cihê nîgeranîyeke mezin e,” Graham di postekê de ser platforma X’ê de got. “Xwîna Amerîkîyan di stûyê rejîma Ayatollah de. Ew li kolanan mirovan dikujin.”

Senatorê wîlayeta South Carolina ligel posta xwe nûçeyeke televizyona El Erebîye ya Saudî parve kir, tê de karbidestekî Saudî dibêje Erebistana Saudî, Qeter û Oman Trump qayîl kirine ku derfeteke din bide Îranê.

“Eger rast be ku bersiva Ereban ‘kiryar li dijî Îranê ne hewce ye’ ligel vê qirkirina hovane ya mirovên bêguneh, wê hingê ezê ji nû ve hizra xwezaya hevpeymanan niha û di siberojê de bikim,” Graham got.

Serokê Amerîkî dibêje eger Îran kuştina xwepêşanderên dijî hikûmetê bidomîne, ewê Amerîka kiryareke leşkerî dijî Tehranê pêk bîne. Trump Çarşemê jî ragihand ku ji wan re hatiye gotin ku Îranê bidarvekirina xwepêşanderan rawestandîye.