Graham Bo Rejîma Îranê: Bi Hişmendane Hilbijêre û Zû Biryarê Bide

Senatorê payebilind ê Komarî Lindsey Graham li ser X’ê nivîsand: "Wekî ku min di rojên dawî de gotiye, Serok Trump biryar daye ku azadîya gemîvanîyê li Tengava Hormuzê vegerîne."

Graham tekez kir ku gefa Serok Trump a çalakîyeke leşkerî ya berfireh li dijî binesaziya Îranê pir cidî ye.

Wî her wiha anî ziman ku, "Ez hîn jî hêvî dikim ku Tengava Hormuzê were vekirin û uranyuma dewlemendkirî bi rêya dîplomasîyê were parastin, ku ev dê ji bo herêm û cîhanê encama herî baş be."

Senatorê payebilind ê Komarî got, "Îran, bi hişmendane hilbijêre û zû biryarê bide."

Serokê Amerîka îro careke din hişyarîyeke tund da Îranê û got, “Yan rêya deryayê vekin… yan jî hûn ê di dojehê de bijîn – li bendê bin û temaşe bikin!"