Graham Xembarîya Xwe Derbarê Gefeyên Hikûmeta Sûrîyê Dijî Kurdan Nîşan Dide

Senatorê Komarî Lindsey Graham careke din xembarîya xwe derbarê rewşa Kurdan li bakurê Sûrîyê derbirîn kir, li vê dema ku girjî û alozî li devera Dêr Hafir ya Rojhilatê Helebê zêde dibin.

Graham roja Pêncşemê li ser platforma X'ê got ku "Wekî ku min berê jî diyar kiribû, ez her ku diçe bêtir nîgeran im ku hikûmeta nû ya Sûrîyê ligel Tirkîyê li dijî Kurdên Sûrîyê, ku hevalbendên me yê herî xurt di têkbirina domdar ya DAIŞ'ê de li Sûrîyê ne, hêza leşkerî bikar tîne."

Daxuyanîya Senatorê Amerîkayî di demekê de ku artêşa hikûmeta demkî ya Sûrîyê amadekarîyan dike ji bo operasyoneke leşkerî li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li bajarokê Dêr Hafir yê rojhilatê Helebê. HSD dibêje ku hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve ev çend roj in bi topan êrîşê dibin ser Dêr Hafir.

Graham di dirêjahîya posta xwe de got, "Herwiha ew nêzîkî 9,000 girtiyên herî xirab yên DAIŞ'ê kontrol dikin. Di berjewendîya me ya ewlekarîya niştimanî ya girîng de ye ku ev girtî venegerin qada şer."

HSD roja Pêncşemê ragihandibû ku di vê rewşa ewlekarî de ya ku li bakurê Sûrîyê çêbûye, şaneyên rêxistina DAIŞ'ê hewl didin ku êrîşan li dijî endamên wan yên di zindanên jêr kontrola HSD'ê de pêk bînin.

Senator Graham herwiha got, "Ez piştgirîyê didim derfeteke dadmend ji bo hikûmeta nû ya Sûrîyê, lê belê eger êrîşên li dijî Kurdan ji hêla hêzên Sûrîyê yên ku ji hêla Tirkîyê ve têne piştgirî kirin zêde bibin. ev yek dê dînamîkek bi tevahî nû biafirîne."

Graham di dawîyê anî ziman ku, "Ez bawer dikim dê piştgirîyeke berfireh û kûr ya dualî hebe ku li dijî çalakîyeke wisa derkeve. Eger kesek bawer bike ku ez yan yek ji hevkarên min dê - di vê qonaxê de - rehet be ku girtîyên DAIŞ'ê ji hêla artêşa Sûriyeyê yan Tirkîyê ve li şûna Kurdan werin parastin, hûn bi xemgînî şaş in. Bi aqilmendî hilbijêrin."

Senatorê wîlayeta South Carolina berî çend rojan jî daxuyanîyek derbarê heman mijarê belav kiribû, tê de tekez ser piştgirîya Kurdên Sûrîyê wekî hevalbendên Amerîkayê kiribû.