Senator Graham Rola Pakistanê Wekî Navbeynkar Dixe Jêr Pirsê

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham got ku fikar li ser bawerîya bi Pakistanê wekî navbeynkar di navbera Amerîka û Îranê de berdewam in.

Graham roja Sêşemê di postekê de li ser platforma X'ê destnîşan kir ku Pakistan dijminatîyeke dûrdirêj li dijî Îsraîlê heye.

"Nayê înkarkirin ku firokeyên leşkerî yên Îranê li baregehên esmanî yên Pakistanê hatine bicihkirin, û gotinên berê yên karbidestên payebilind ên Pakistanê li dijî Îsraîlê acizker in," Graham got.

Senatorê Komarî herwiha behsa gotinên berê yên wezîrê berevanîya Pakistanê derbarê Peymanên Îbrahîmî kir, ku tê de wezîr gotibû ku Pakistan dê ti carî tevlî peymanan nebe ji ber ku ew bawerîyê bi Îsraîlê nake.

Graham got ku divê Pakistan bersivê bide banga Serok Donald Trump ji bo tevlîbûna Peymanên Îbrahîmî yên aştîya ligel Îsraîlê.

Trump berî çend rojan bang li welatên Misilman kir ku tevlî Peymanên Îbrahîmî bibin û aştîyê bi Îsraîlê re ragihînin.

Peymanên Îbrahîmî di sala 2020'an de bi serkêşîya Serok Trump di gera wî ya yekê de hatin ragihandin. Bi wan peymanan de hejmareke welatên Ereb wekî Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî, Behreyn û paşê Mexrib û Sûdanê rêkeftinên aştîyê ligel Îsraîlê îmze kirin.

Ji destpêka nakokîya vê dawîyê di navbera Amerîka û Îranê de, Pakistanê bi rola navbeynkarîyê rabûye û mêvandarîya gera yekê ya danûstandinên rasterast di navbera nûnerên herdu welatan de kiriye. Heta niha jî Pakistan di navbera Washington û Tehranê de wekî naybeynkar diçe û tê.