Hakimê wîlayeta Karolînaya Başûr ê Komarî Henry McMaster roja Duşemê xwîşka Senator Lindsey Graham ê koçkirî destnîşan kir ku kursîya birayê xwe ya Senatoyê heta hefteya yekem a meha Çile, dagire.
Tê pêşbînîkirin ku Darline Graham Nordone, ya ku Serok Donald Trump wekî bijareya xwe ya ji bo vê postê binav kir, di destpêka vê hefteyê de sond bixwe. Ev yek dihêle ku serokê piranîya komarî John Thune piranîya 53-47 ya Komarîyan li Senatoyê biparêze.
Senator Graham roja Şemîyê derengî şevê koça dawî kir. Mirina wî ji nişka ve, demek kurt piştî ku ew ji sefera Ukraynayê vegerîya Washingtonê bû.
Senato roja Duşemê daniştina xwe vekir, maseya Graham bi reş pêçayî bû û guldaneke tije gulên sipî li ser bû.
McMaster hilbijartina Nordone di konferanseke rojnamevanî de li Columbia, paytexta Karolînaya Başûr ragihand. Ew ê bi erka birayê xwe rabe, heta ku di hefteya yekem a Çile de, Kongres sond dixwe.
Di axaftina xwe ya kurt de, McMaster pesna Graham wekî "yek ji kurên herî mezin ên Karolînaya Başûr" da.
Wî got: "Ji bo min rûmetek e ku ez ji xwîşka wî ya biçûk, Darline Graham, bixwazim ku niha karê wî ji bo wî biqedîne."
Senator Graham xwîşka xwe, piştî mirina dê û bavê wan, xwedî kir, dema ku ew hîn gênc bû û Darline jî hîn zarok bû.