Graham li Dor Binpêkirinên Helebê Hişdarîyê Dide Hikûmeta Sûrîyê

Senatorê Komarî Lindsey Graham îro Çarşemê di daxuyanîyekê de dilgiranîya xwe anî ziman li dor raportên ku behsa binpêkirinên mafên mirovan li dijî Kurdên Sûrîyê.

Graham, ku senatorê wîlayeta South Carolina ye, di daxuyanîya xwe li ser X’ê de got,”Ez bi temamî piştgirîyê didim banga Senator Risch ji bo aramîyê li Sûrîyê, û hikûmeta nû ya Sûrîyê agahdar dikim ku binpêkirinên mafên mirovan yên li dijî kêmneteweyan nayên derbaskirin.”

Senatorê Amerîkî James Risch gotibû, "Ez ji ber tevgera hefteya borî ya hêzên çekdar li Heleba Sûrîyê pir nîgeran im û ji hikûmetê dixwazim ku kesên ku ev kiryarên hovane kirine werin muhasebekirin.”

Graham got, “Ya herî acizker ew e ku raportên ku ez bawer dikim pêbawer in nîşan didin ku hêzên artêşa Sûrîyê û Tirkîyê dibe ku li dijî hevalbendên me yên Kurd bêtir pêşve biçin. Ev gavek e ku ez bawer dikim dê ji Amerîkayê bertekeke tund derxe holê.”

“Her çendî ez piştgirîyê didim dayîna derfetekê ji bo vê hikûmeta nû ya Sûrîyê, ezê êrîşeke li dijî hevalbendên me yên Kurd, ku hêza serekî bûn di hilweşandina xîlafeta Daişê de û bi salan bi Îsraîlê re hevkar bûne, qebûl nekim,” wî got.

Senatorê Amerîkî ji hikûmeta Sûriyê û Tirkîyê daxwaz kir ku,” bi jîrane serederîyê bikin.”