Balyoz Tom Barrack Ser Mirina Senator Graham Sersaxî Xwest

U.S. Senator Graham attends a news briefing in Kyiv

Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê Tom Barrack îro Yekşemê bi peyamekî ser koça dawî ya Senator Lindsey Graham sersaxî xwest.

Tom Barrack senatorê Komarî Graham wekî "siyasetvanekî hêzdar û wêrek" û yê jibo ewlehîya neteweyî ya Amerîka û hevpeymanîyên navneteweyî parêzvanekî bêwestan da nasîn.

Barrack got ku ew jiber mirina Graham "pir xemgîn" e û behsa jiyana Graham kir, ji destpêka li eyaleta Karolînaya Başûr heya bûyîna yek ji qanûndanêrên herî bi bandor ên li Amerîkayê.

Balyoz pesna xebatên bi dehsalan ên Graham li Civata Senatoran ya Kongresa Amerîkayê da.

“Wekî senatorekî demdirêj, Lindsey qehremanê bêwestan ê berevanîya niştimanî ya bihêz, di Komîteyên Dadwerî û Budceyê yên Senatoyê de rêberekî sereke, û parêzvanekî bêwestan ê hevpeymanîyên xurt yên Amerîka û yê hevkarîyên ewlehîyê li çaralîyê cîhanê bû,” wî liser X’ê got.

Barrack ragihand ku wî hefteya borî di Hilcivîna NATO’yê de li Enqerê Graham dîtibû, ku senator Graham beşdarî civîn û xwarinên bi karbidestên payebilind yên biyanî, endamên kabîneyê, senator û endamên Kongresê re bûbû.

"Ew bi nazikî, xweşgotinî û têrzimanî diaxifî – ti carî dudilî nedikir ku tiştên di hizra xwe de parve bike, ger dema pesnê tiştên ku em rast dikin bida yan jî dema bi eşkereyî destnîşan bikira ka li ku derê baştirkirin hewce ye," wî got.

Barrack ji malbat, karmend û gelê Karolînaya Başûr re sersaxî pêşkes kir û got ku xebatên senator wê wekî mîrateya wî ya mayînde bimînin.