Graham Dibêje Ew li ser Sûrîyê bi Trump û Rubio re Axivîye

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ragihand ku ew bi serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê derve Marco Rubio re axivîye û hewlên wan ên vegerandina seqamgirîyê bo Sûrîyê bi bilindî dinirxîne.

Senatorê wîlayeta South Carolina îro Sêşemê li ser X'ê got, "Rêvebirîya Trump mijûl e û misoger dike ku aramî bikeve şûna mîrata bêserûberîyê ya ku ji wan [Sûrîyan] re ma. Ezê hevkarên herêmî han bidim ku peyama Serok Trump a ku em hewceyê aramiyê ne, ne şer, xurt bikin. Wezîr Rubio di vê hewildanê de pir çalak e.”

Senatorê Komarî got, "Ne herêm û ne jî cîhan hewceyê xwînrijandineke din in li bakurê rojhilatê Sûrîyê. Ji bo serok Trump û wezîr Rubio: We pir baş kir.”

Graham anî ziman ku “Kongres amade ye alîkarîya parastina aramîyê bike û li dijî lîstikvanên herêmî yên ku zirarê dijî berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên pêbawer ên wekî Kurdan dikin, bersivê bide.”

Wî got, "Erebistana Si’ûdî di rewşeke bêhempa de ye ku bandorê li ser hikûmeta Sûrîyê bike, û ez hêvî dikim ku ewê wê ji bo berjewendîya herêmê û hemî alîyên têkildar, bikar bînin.”

“Spas Serok Trump ji bo serkirdayetîya te,” Graham got.