Şervan Derwîş: Şandeya Amerîkî ji Aramîya Minbicê Pir Dilgeş Bûn

Graham û Shaheen li Minbicê

Senatorên Amerîkî Lindsay Graham û Jeanne Shaheen îro serdana bajarê Minbicê kirin û ligel nûnerên sîvîl û leşkerî kom bûn.

Graham û Shaheen ku xswestin rewşa bajêr bi çavê xwe bibînin, daketin kolanan û ligel rûniştvanên bajêr jî peyîvîn.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re ragihand ku hatina vê çandeyê pir girîng e jiber ku ew rewşa aram ya Minbicê bi çavê xwe dibînin.

“Graham û Shaheen ji me re got ku ewê tiştên ku li vê derê dîtine, bi rêvebirîya Amerîka re parve bikin ku rewşa Minbicê aram e û rûniştvanên bajêr ji rewşa heyî dilxweş in,” Derwîş got.

Your browser doesn’t support HTML5

Shervan_Darwish_07_02_2018_RR