Yunanistan û Ewrupa Ser Paketeke Nû ya Alîkarîyê Qayil Bûn

Yunanistan û hevkarên wê yên Ewrupî îro Duşemê li ser rewşa aborî ya wî welatî û pêşkêşkirina alîkarîyên nû giheştin rêkeftinekê.

Serokê Yekîtîya Ewrupa Donald Tuskli Brukselê got ku rêkeftina yekdengî piştî hevdîtinên 17 seetan pêk hat.

Li gor vê hevkirina nû, Yunanistan beramber 100 mîlyar dolar deyna nû, divê bi reformên nû yên dijwar qayil be.

Li gor rêkeftina nû, Atîna herwiha dest ji nerazîbûna xwe ya hember rola xurt ya Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) di paketa deyna nû de ber dide.

Divê Serokwezîrê Yunanî Tsipras parlemana welatê xwe qayil bike ku berî Çarşemê wê peşnîyara ku zêdekirina bac û mehaneyên kesên karkenar jî hene, erê bike.

Dû re, Tsipras divê 18 hevtayên xwe yên Ewrupî îkna bike ku bihelin dirava pêşnîyarkirî bigiheje destê Atîna ku dewlet ji îflasbûnê rizgar be.