Tîma Green Bay Packers bû qehremana Lîga Futbola Niştîmanî ya Amerîkî (NFL).
Tîma Packers şeva Yekşembî li yariya dawiya NFL, Super Bowl 45, şiya bi 31-25 xalan serkeftinê bi ser tîma Pittsburg Steelers tombar bike.
Eve cara çarê ye Green Bay Packers bibe qehremana NFL û kupaya Vince Lombardi bidestve bîne.
Lîstikvanê Packers, Aaron Rodgers, wek baştirîn yarîzanê Super Bowl hat destnîşan kirin.
Kupaya Vince Lombardî li dû navê rahênerê bi nav û dengê Packers yê berê hatiye binav kirin.