Îro roja Yekşemê piranîya bazarên borsayê li herêma Kendavê bilind bûn tevî berdewamîya nezelalîyê li herêmê, di demekê de ku danûstandinên ji bo bidawîanîna şer ti pêşketin nîşan nadin û trafîka tankerên petrolê bi rêya Tengava Hormuzê hîn bi tevahî ji nû ve dest pê nekiriye.
Pîvana sereke ya bazara Siûdî bi rêjeya 0.9% bilind bû; ev yek jî bi bandora bilindbûna para "Bankeya Al-Rajhi" bi rêjeya 1.5% û bilindbûna para kompanîya " Aramco" ya Siûdî bi rêjeya 1% çêbû.
li Qeterê, pîvan bi rêjeya 0.2% bilind bû ku bi bilindbûna para 'Bankeya Qeter ya Neteweyî' bi rêjeya 1.5% hat piştgirîkirin.
Pîvana Omanê bi rêjeya 0.3% zêde bû, di demekê de ku pîvana Behreynê bi rêjeya 0.1% daket, û pîvana Kuweytê bêguherîn ma.
Li derveyî herêma Kendavê, pîvana borsa Misrê bi rêjeya 1.1% bilind bû.