Tirkîye 2 Mamosteyên ku Greva Birçîbûnê Dikir, Desteser Dike

Nurîye Gulmen û Semîh Ozakça

Polîsên Tirk şeva borî du mamoste desteser kirin ku bo protestokirina giwaştinên hikûmetê ji du mehan vir de di greva xwebirçîkirinê de bûn.

Mamosteya zanîgehê Nurîye Gulmen û yê dibistanê Semîh Ozakça ku hewila darbeya têkçûyî ji alîyê hikûmetê ve ji kar hatibûn dûrxistin, grevê didomandin ku vegerin ser karên xwe.

Piştî ku nûçeya desteserkirina Gulmen û Ozakça belav bû, nêzîkî 150 kes bi piştgirîya wan li Enqerê, li kolana ku wan protestoya xwe dikir, kom bûn. Dû re, bi dehan polîs li dora wan civîn.

Gulmen û Ozakça gotibû ku armanca çalakîya wan balkişandina ser rewşa dora 150,000 karmendên dewletê ye, ku piştî darbeya leşkerî, bi kindemî yan bi yekcarî ji kar hatine derxistin.