Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê got, çekdaran 11 kes li bingeheke rahênanên leşkerî ya Rûsî da kuştin, di derbeke herî dawî de ser hêzên Serok Vladimir Putinî.
Ajansa nûçeyan ya RIA li ser zarê wezaretê ragihand ku 15 kesên din jî di gulebarana roja Şemiyê de birîndar bûne, li herêma Belgorod ya başûrê rojavayê Rûsyayê ser sinorê Ukraynayê, dema ku du kesan êriş kirin ser komeke ku xwebexş beşdarî şer’ bibûn.
Ajansê got ku her du êrîşkar – ku hemwelatiyên komara Sovyeta berê ne, lê welatên wan ne dîyar e- hatine kuştin. Hinek dezgehên ragihandinê yên serbixwe yên Rûsî ragihandin ku hejmara qurbaniyan ji hejmarên fermî zêdetir e.
Waliyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov roja Yekşemê serê spêdê got, "Bûyerek tirsnak li ser xaka me, li ser xaka yek ji yekîneyên leşkerî qewimî."
"Gelek leşker hatin kuştin û birîndar kirin... Di nav kuştî û birîndaran de niştecihên herêma Belgorodê tune ne," Gladkov di vîdyoyek li ser peyamên Telegramê de got.