Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Sêşemê xemên xwe li dor nakokîyên li Rojhilata Navîn der birîn û got ku wan bandorên dermdirêj kirine.
Guterres li ser platforma X’ê anî ziman ku “Peyman û agirbest bi berdewamî têne binpêkirin, û êrîş berdewam dikin.”
Wî got, “Ez banga aramîya herî zêde û rêzgirtina li peyman û qanûnên navneteweyî dikim.”
“Ji her demê bêhtir, me pêwîstî bi danûstandinan heye ji bo aştîyeke dadmend û mayînde li gorî qanûnên navneteweyî, di nav de jî Peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên têkildar ên wê,” Guterres got.
Axaftina Guterres tê di demekê de ku Îran êrîşî keştîyên bazirganî yên li Tengava Hormuzê dike û welatên herêmê dike armanc. Amerîka jî, wekî bersivdan, êrîşî armancên leşkerî yên wî welatî dike.