Sekreterê Giştî yê NY Guterres Serdana Şamê Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Şemîyê gihîşt paytexta Sûrîyê Şamê.

Ev yekem serdana serkretekî NY yê li ser kar e bo Sûriyê ji sala 2009'an vir ve, berî destpêkirina şerê navxweyî ku bi sed hezaran kes tê de hatin kuştin û bi milyonan kes koçber bûn.

Guterres di postekê de li ser X'ê de got, "Neteweyên Yekbûyî di vê kêlîka girîng de li kêleka Sûrîyê ye."

Wî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirîya gelê Sûrîyê bike.

Ajansa nûçeyan a fermî SANA got ku Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El Şeri' li koşka serokatîyê li Şamê pêşwazî li Guterres kir.

El Şeri', rêberê berê yê şaxê El Qaîdeyê li Sûrîyê, heta Mijdara 2025'an di bin sizayên peywendî bi terorê de bû ku ji hêla Civata Ewlekarîyê ya NY ve hatibûn ferzkirin.

Serdana Guterres bo Sûrîyê gaveke din e ji dema ku serhildêran di dawîya sala 2024'an de serokê Beşar Esed ji desthilatdarîyê derxist. Bi wê yekê şerê ku di sala 2011'an de destpê kiribû bidawî bû û qonaxeke veguhêz a ku ji hêla rêberîyeke Îslamî ve tê rêvebirin destpê kir.

Di wê demê de, Guterres "dawîya dîktatorîya Sûrîyê" di bin serokatîya Esed de wekî nîşaneke hêvîyê ji bo herêmê binav kir.

Ji bilî serokê Sûrîyê, Sekreterê Giştî yê NY ligel Wezîrê Derve Esed El-Şeybanî, karbidestên din ên hikûmetê û nûnerên civaka sivîl a Sûrîyê jî kom bû.