Guterres li Şamê Banga Piştgirîya Navnetewî ji bo Sûrîyê Kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaza piştgirîyeke mezin a navneteweyî ji bo Sûrîyê kir.

Guterres di dawîya serdana xwe ya du rojan de li Şamê axivî û got ku pêşînîya Neteweyên Yekbûyî ew e piştgirîya gelê Sûrîyê di qonaxa piştî ketine rejîma Beşar Esed de.

Wî got, "Rojeva me başbûna gelê Sûrîyê ye di dema qonaxa viguhêz de, ku ew jî giringîya rêzgirtina tevahî ya serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçeyîya axa Sûrîyê ji nû ve piştrast dike."

Ev yekem serdana Guterres e ji dema ku bûye sekreterê giştî ye NY di sala 2017an de û ew her wiha yekem serdana sekreterê giştî yê NY ye bo paytexta Sûrîyê, Şamê, ji sala 2009an ve .

Demek kurt piştî gihîştina xwe ya roja Şemîyê, Guterres bi serokê demkî yê Sûriyê, Ehmed Şeri’ re kom bû û piştre serdana taxa kevin a Şamê û Mizgefta Umewî ya navdar kir.