Serokê Ukrayna Volodymir Zelensky roja Pêncşemê pêşwazî li Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres kir jibo danûstandinan di emekî de ku Ukrayna daxwaza ambargoya ser enerjîya Rûsî dike û Serokê Amerîka Joe Biden pêşnîyarekê bo alîkarîya leşkerî, aborî û mirovahî bo Ukrayna amade dike.
Guterres pêşî li herêmên derdora Kîevê geriya, di nav de tax û herêma Bucha ku piştî hêzên Rûs vekişiyan cenazeyên sivîlan li kolanan hatin dîtin. Vedîtina cenazeyan bû sedem ku derbarê îhtîmala sûcên şer de lêpirsîn bihê vekirin û roja Pêncşemê Guterres bang li Rûsyayê kir ku bi lêpirsînên ji aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ve tên meşandin re hevkariyê bike.
Sekreterê Giştî yê NY got "Ez bi temamî destekê didim Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û bang li Federasyona Rûsyayê dikim ku vê erê bike û bi ICC re hevkariyê bike" û wiha dewam kir "Lê belê dema em qala sûcên şer dikin, em nikarin ji bîr bikin ku sûcê herî mezin şer bi xwe ye."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştî ku gehiştina wî ya Ukraynayê got, "ew dixwaze alîkariya mirovahî berfireh bike û sivîlan ji herêmên şer derxe." Ev mijar di destpêka vê hefteyê de beşek bûn ji giftûgoyên bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov re.
Ajansa AFP, serdana Guterres ya hin herêmên dewrûbera Kîevê di nav de herêma Bucha di twîtekê de weşand.
#UPDATE UN Secretary-General Antonio #Guterres on Thursday visited sites of alleged Russian war crimes in #Ukraine, decrying war as "an absurdity in the 21st century" and urging Russia to cooperate with an international investigation into atrocities ▶️ https://t.co/EPKgKEDKB8 pic.twitter.com/3kyrwiwnPZ
— AFP News Agency (@AFP) April 28, 2022
Herwiha Guterres di twîttekê de got, "Ev şer çend zû bidawî bibe, ji bo Ukrayna, Rûsya û cîhanê ewqas dê baştir e."
"The war is an absurdity in the 21st century. The war is evil."In Ukraine, @antonioguterres says war is unacceptable and stresses that civilians are paying the highest price. https://t.co/DrCucY7eEv pic.twitter.com/DsTCCBERJg
— United Nations (@UN) April 28, 2022
Guterres di twîteke din de got "Şer tamsarîyeke di sedsala 21'an de ye. Şer xerabî ye." Wî got şer nayê qebûlkirin û bal dikişand ser wê yekê ku sîvîl berdêla herî mezin didin.