Guterres: Hindabûna Cemal Xaşikcî Fikaran Çêdike

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres, rewşa rojnamevanê Saudî Cemal Xaşikcî ji nêzve dişopîne, ku piştî ket hindurê Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya li Stenbolê şop li ser hinda bûbû.

Dujerric dîyar kir ku Guterres jiber hindabûna Xaşikcî û tundûtûjîya li ser rojnamevanan ketiye ‘’fikarên kûr’’

Wî da zanîn ku Guterres berevanîya rojnamevanan dike û dîyar kir ku ew di hevdîtinên bi nûnerên dewletan re gelek caran ser parastina rojnamevanan diaxife.

Seroka Civata Giştî ya NY’ê Maria Espinosa Garces jî got ku ew jiber hindabûna rojnamevanê Saudî ketiye fikaran.